Serok Barzanî û Erdogan civiyan..Ew û Davûdoglu di civînê de ne

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan û niha Serok Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu di civînê de ne.
Îşev Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serok Barzanî li Koşka Serokomariya Tirkiyê li Enqerê ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Herwiha di çarçoveyên hevdîtinên xwe de, niha Serok Barzanî îşev bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re jî bicive.
Di berdewamiya geşta xwe y abo Tirkiyê de, biryar e sibe Pênşemê jî Serok Barzanî ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Ismet Yilmaz hevdîtinekê pêk bîne û şerê li dijî terorê bi taybet jî şerê li dijî çekdarên DAIŞê bi wî re gotûbêj bike.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya bo Tirkiyê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêwedniyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pirsa gaza xwezayî ya Kurdistanê de bi rayedarên Enqerê re gotûbêjan dike.
Medya û televîzyonên Tirkiyê bi awayekî rasterast serdana Serok Barzanî bo welatê xwe romal û şirove dikin û dibêjin, hatina wî pir girîng û stratejîk e, ji ber ku niha navbera Bexda û Enqerê nexweş e, lewma dibe ku Serok Barzanî navbeynkariya wan bike.
Herwiha li gorî medyay Tirkiyê, di wan civînên Serok Barzanî bi rayedarên Tirkiyê re, axaftin li ser pirsa gaza sirûştî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê kirin, ew jî ji ber ku metirsî heye Rûsya gaza xwe li ser Tirkiyê qût bike, lewma Enqere li altirnatîveke din digere û Herêma Kurdistanê dikare heta 50 salî hemû gaza Tirkiyê pêşkêş bike.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dê bi partî û aliyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê re jî bicive.
Li gor bernameya serdanê, biryar e sibe saet 16:00 Mesûd Barzanî bi aliyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê re hevdîtinê bike û pirsa aştiyê di navbera Hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê mijara sereke ya danûstandinên Serok Barzanî û rayedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê be.




