Serok Barzanî û Davûtoglu civiyan

Enqere-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu re civiya.Ala Kurdistanê di civînê de bû.
Piştî bidawîhatina civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serok Barzanî ber bi Koşka Çankaya kete rê, û li wirbi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya bo Tirkiyê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêwedniyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pirsa gaza xwezayî ya Kurdistanê de bi rayedarên Enqerê re gotûbêjan dike.
Medya û televîzyonên Tirkiyê bi awayekî rasterast serdana Serok Barzanî bo welatê xwe romal û şirove dikin û dibêjin, hatina wî pir girîng û stratejîk e, ji ber ku niha navbera Bexda û Enqerê nexweş e, lewma dibe ku Serok Barzanî navbeynkariya wan bike.






