Xendeqek li derdora Şingalê tê kolandin..PKK naxwaze ji avahiyên hikûmî derkeve

Şingal-KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, ew xendeqa ku li derdora Şingalê tê kolandin, bo vê qonaxê pir girîng e û nahêle êdî destê DAIŞê careke din bigihê Şingalê.”
Şêx Şemo Nûnerê Kurdên Êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek şandeke Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê me serdana Şingalê û wê xendeqê kir ku li derdora Şingalê tê kolandin. Ew xendeq ji gundê Cîdar dest pê dike heta digihê rojhilatê bajarê Şingalê. Kurbûna wê 3 metr e û paniya wê 2 metr e.”
Şemo wiha got: “Ew xendeq div ê qonaxê de pir girîng e û nahêle êdî destê DAIŞê bigihê Şingalê û hemû deverên rizgarkirî. Eger xelk vegerin ser mal û halê xwe bi piştrastî dê bi aramî û prastî bijîn.”
Derbarê wê yekê ku gelo PKKê ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derketiye, Nûnerê Kurêdên Êzîdî ragihand: “Ev çendîn car e ku îdareya navçeyê çekdarên PKKê agahdar dike û serdana berpirsên wan dike û daxwaz ji wan dike ku ji avahiyên hikûmî derkevin da ku ew fermangeh dest bi xizmeta xelkê bikin û xelk vegerin ser mal û halê xwe, lê wek diyar e ew dernakevin û nêteke wan ya xerab heye û dixwazin her li nava Şingalê bimînin. Ew xwe wisa nîşan didin ku ew ser bi Bexdayê ve ne û fermana xwe jê werdigirin, lê ev yek xizmeta biratiya me û wan nake û ew dixwazin rewşê aloz bikin. Herêma Kurdistanê ne cihê çalakiyên wan e, dikarin biçin wî cihê ku jê hatine û li wir xebata xwe berdewam bikin bo serxistina pirsa kurd. Eger ew bo alîkariyê hatine, va Şingal rizgar bû û bila biçin derve.”




