26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Ji tirsa PKKê venagerin ser mal û halê xwe”

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info- Beriya demekê xelkê gundên Zargelê û Bokrîskan ji ber şerê PKKê û lêdana balafirên Tirkiyê, ziyaneke mezin dîtin û Rêveberê Nahiyeya Wertê ragihand, zêdetirî 55 malbatên wan herdu gundan ji tirsa PKKê û bombebarana Tirkiyê newêrin vegerin ser mal û halê xwe.

Neqîb Saman Mihemed Rêveberê Nahiyeya Wertê ya ser bi bajarokê Rewandiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû xizmet bo gundê Zargelê pêşkêş kiriye û hemû ew projeyên ku têk çûbûn, nûjen kir, lê ji ber PKKê ji malbat ji wan 45 malbatên gundê Zargelê venegeriyane, ku ji tirsa PKKê kes ji wan newêre vegerin û hemû niha koçberî Rewandiz û navçeyên din bûne. Herwiha 10 malbat ji gundê Bokriyskanê ji tirsa balafirên Tirkiyê newêrin vegerin gundên xwe.”

Neqîb Saman Mihemed wiha got: “Eger hat û PKKê ji wan gundan derkeve, dê welatî vegerin ser mal û halê xwe, lewma niha daxwaz dikin PKKê ji gundê wan derkeve, lê PKK guh nade xelkê wan gundan û li hemû wan navçeyan navendên xwe danîne.”
 

Nûçeyên têkildar