26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya: Cîhan bi çavê rêz û hurmetê li qehremaniya Pêşmerge dinêre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de balyozê Brîtanya li Iraqê ragihand ku, welatê wî dê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Franck Bîkr kir.

Di wê hevdîtinê de herdu aliyan bîr û nêrîna derbarê pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî pevguhert.

Franck Bîkr serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser terorîstên DAIŞê pîroz kir, bi taybetî serkeftina operasyona Şingalê. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, cîhan bi çavê rêz û hurmetê li qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge dinêre, lewma hikûmeta Brîtanya dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve, Fazil Mîranî spasiya Brîtanya kir li pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û amaje bi biryara Parlamentoya Brîtanya ya derbarê lêdana DAIŞê bi rêya balafiran, kir.
 

Nûçeyên têkildar