25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Carter: Me li 6 navçeyên cuda alîkariya Hêzên Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê  Amerîka ragehand, li 6 navçeyan li Başûrê Kurdistanê me alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê kir, Pêşmergeyan jî derbeyên mezin li DAIŞê dan.

Îro 9 Kanûnê, Wezîrê Bergiriyê Amerîka Ashton Carter di gotarekê de li Kongirêsa Amerîka ragehand ku, Pêşmerge bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, Şingalê Kontirol kirin, û riya serekî di navbera Mûsil û Reqa de birîn û got: “Pêşmerge karîbû çavkaniyên DAIŞê li navçeyê têkbişkîne.”

Herwiha ragihand ku, Amerîka li 6 navçeyên cuda alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, û ew dê berdewam bin di şerê li dijî DAIŞê.

Ashton Carter amaje bi wê yekê jî kir ku, hêzên Kurdî bi alîkariya wan karîbûn navçeyên xwe kontirol bikin li her yek ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, û xwe amade dikin ku êrîşê bibin ser paytexta DAIŞê li Reqayê.

Derbarê şandana hêza taybet bo Iraqê Ashton Carter got: “Em dixwazin wê hêzê jibo alîkariya Pêşmerge û Hêzên Iraqê bişînin, ne jibo em hejmara leşkerên xwe li wî welatî zêde bikin.” 
 

Nûçeyên têkildar