Serok Barzanî bi germî hat pêşwazîkirin..Ala Kurdistanê hatibû danîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Enqerê û di pêşwazîkirina Barzanî de ala Kurdistanê jî hatibû danîn.
Serok Barzanî îro danê nîvro gihîşt Enqerê û ji aliyê alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu ve hat pêşwazîkirin.
Di pêşwaziya Barzanî de ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê û ala Tirkiyê hatibû danîn.
Serok Barzanî dê îro bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu re hevdîtin bike.
Serok Barzanî bi germî hat pêşwazîkirin û medyayên Tirkiyê bi giringî behsa vê serdana Barzanî dikin û dibêjin Barzanî xwedî pêgeheke bihêz e li navçeyê, lewma dê civînin wî ligel berpirsên Tirkiyê pir girîng bin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ragihandibû ku, îro yek ji giringtirîn û birêztirîn mêvanên Tirkiyê tê Enqere.
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û hinek rayedarên din jî bi Serok Barzanî re çûne Tirkiyê.




