26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 14 ton derman dighîne Kobanî

Çavkanî: KDP.info

Kobanî-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya tîmeke pijîşkên almanî bi navê rêxistina Medizin Fur Rojava, 14 ton derman û alîkariyên tendirustî digihîne bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

Îro 8/12/2015 di dirêjahiya gihandina alîkariyên xwe yên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê û Kobanî bi taybetî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi bi alîkariya tîmeke pijîşkên almanî bi navê rêxistina Medizin Fur Rojava bi qasî 14 ton derman û pêdviyên tendirustî digihîne Kobanî.

Ev alîkarî bi rêya komet pijîşkên almanî hatine amadekirin û rêxistinek bi navê Derman bo Rojava dirurst kirine û bi qasî 14 ton derman û pêdviyên tendirustî li Almanya kom kirine û anîne Herêma Kurdistanê û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ew alîkarî digihên bajarê Kobanî, ku pêdviya wî bajêrî bi alîkariyên tendirustî heye.

Hêjayî gotinê ye, ji dema êrişa ser Kobanî ji aliyê DAIŞê ve, gelek caran alîkariyê mirovî gihandiye wî bajîrî.

Nûçeyên têkildar