26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka dê herdu lîwayên Pêşmerge biçek bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, hemû karên herdu lîwayên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi dawî hatine û biryar e di hefteyên bê de ji aliyê şêwirmendên Amerîkayê ve bên perwerdekirin.

Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Malpera KDP.info re ragihand: “Ew herdu lîwayên Pêşmerge yên ku biryar e ji aliyê Amerîka ve bên bi çekirin û perwerdekirin, niha mijûlî rêxistin û amadekirina wê ne.”

Hacî Osman wiha got: “Ev 2 lîwa beriya niha hatibûn pêkanîn û navê wan Lîwaya 1 û ya 2 ne û tenê ji aliyê Amerîka ve dê bên bi çekirin û niha amade ne û di hefteyên bê de dê dest bi perwerdeya leşkerî bikin.”
 

Nûçeyên têkildar