Serok Barzanî û Ebadî hatina hêza Tirk bo Mûsilê nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşhatên siyasî yên dawî nirxandin.
Roja sêşem 08.12.2015 li peywendiyekî telefonî da Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistan û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqa Federal pêşhatên siyasiyên dawî nirxandin.
Her li vê peywendiya telefonî da tekez li ser parastina siyadeya Iraqê kirin û behsa serdana çaverêkiriya Serok Barzanî ya Tirkiye û ajandaya vê serdanê kirin, bi taybetî jî babeta hatina artêşa Tirkiye ya nêzîkî bajarê Musil û eve jî dûpat kir ku pêwîst e ev babet li rêya diyalogê ve bêne çareser kirin.




