26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em her her serxwebûnê dikin..Ligel Erdogan pêvajoya aştiyê gotûbêj dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, wan negotiye ew serxwebûna Kurdistanê naxwazin û ew her daxwaza vê yekê dikin.

Îro li bajarokê Selahedîn, Serok Barzanî û Wezîra Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier civiyan û piştî civînê konfranseke rojnamevaniyê lidar xistin.

Di destpêka wê konfiransê de, Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Em dilxweş in bi vê serdana Wezîrê Derve yê Almanya, ku ev cara sêyemîn e serdana Kurdistanê dike. Par dema wî serdana Kurdistanê kir, em di şerekî dijwar li dijî DAIŞê de bûn. Derbarê bûyerên navçeyê nêrîna me pir nêzîkî hev e.”

Serok Barzanî wiha got: “Heta niha Hêzên Pêşmerge neçûne wan deveran ku ne axa Kurdistanê be. Menegotiye em serxwebûna Kurdistanê naxwazin, ew berdewam daxwaza vê yekê dikin.”

Derbarê rokêtên Rûsya ku di ser Kurdistanê re derbas dibin û geştên asmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê disekinînin, Serok Barzanî wiha got: “Em pêşwaziyê li her çalakiyekê li dijî DAIŞê dikin, lê rawestana geştên asmanî yên Kurdistanê ji ber rokêtên Rûsya pirsgirêkan ji me re derdixîne û ziyanê digihîne welatiyên me.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, heta niha Rûsya perwerdeya leşkerî nedaye Hêzên Pêşmerge, lê belê hinek çek û teqemenî ji Kurdistanê re şandiye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîra Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier ragihand: “Rola Almanya di şerê li dijî DAIŞê de bi bandor bû. Dostayetiya me û we kevnar e. Jibîra me naçe dema DAIŞê êrişî Şingalê kir û xelkê wê hemû koçber bûn.”

Frank Walter Steinmeier wiha domand: “Van tiştan bandor li me kir, lê em zanin ku çek û teqemeniyên ku me şandin di şer de pir bi bandor bûn bo jinavbirina DAIŞê. Emê hewl bidin çarçoveya alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge berfirehtir bikin.”

Di wê konfransê de Serok Barzanî behsa serdana xwe ya sibe bo Tirkiyê kir û ragihand: “8ê Mijdarê Serokomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji min re got em dixwazin ti serdana Enqerê bike û wê demê ez vexwendim welatê xwe, lê wê demê ji ber operasyona Şingalê derfeta min tine bû.”

Derbarê mijarên wê serdanê, Serok Barzanî wiha got: “Emê hemû mijaran li wir gotûbêj bikin, lê mijara sereke ku rola Tirkiyê dê çi be di şerê li dijî DAIŞê de, bi taybetî piştî şandina hêza xwe bo Mûsilê bo perwerdekirina hêzên sunî li wê parêzgehê. Emê behsa wê yekê bikin ku, ewê çi rolekê bibînin û çawa bibînin, herwiha hevahengî di navbera wan û Bexdayê de hebe.”

Derbarê pêvajoya aştiyê jî, Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê pir girîng dibînin û em dixwazin berdewam be û nesekine. Bo wê pêvajoyê, eger derfet hebe bo em rolekê bibînin, bêguman emê bi wê rolê rabin.”

Herwiha derbarê hatina hêza Tirk bo Mûsilê, Serok Barzanî ragihand: “Beriya hatina wê hêzê, rêkeftin di navbera Enqere û Bexdayê de hatibû kirin û Herêma Kurdistanê ne aliyek bû di wê rêkeftinê de. Hatina wê hêza bo perwerdekirina hêzên sunî ye û ew mijar pir hat mezinkirin. Sibe emê wê mijarê li Enqere gotûbêj bikin.”

 

Nûçeyên têkildar