“PKK hênceta derdixîne”

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, PKK hêj ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketiye û heroj hêncetekê ji mana xwe re derdixîne û nahêle fermangehên hikûmî dest bi xizmeta xelkê bikin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji Malpera KDP.info re ragiahand: “PKK hêj ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketiye, ku piştî rizgarkirina Şingalê girtiye. Aliyên pêwendîdar ew agahdar kirine ku ji wan avahiyan derkevin û wan jî gotiye emê derkevin, lê her car û hêncetekê derdixin û dernakevin.”
Şeşo wiha got: “Fermangehên hikûmî me milkê ti partiyekê ne û ne yê ti aliyekî siyasî, lê belê milkê hikûmet û xelkê ne, vêga her divê PKKê ji wan avahiyan derkeve. Heta jê dernekevin fermanber nikarin biçin ser karê xwe û xizmeta xelkê bikin.”
Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.




