Ziyanên xelkê Şingalê tên tomarkirin

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Bajarokê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, fermangehên hikûmî yên Şingalê dest bi karên xwe kirine û niha ziyanên xelkê tên tomarkirin.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Bajarokê Şingalê ji Malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Qayîmqamiyetê me dest bi dewamê xwe kiriye û rojane karên welatiyan birêve dibin, herwiha me daxwaz ji hemû fermangehên din kiriye ku ew jî dest bi dewamê bikin, niha jî dest bi tomarkirina ziyanan kirine, da ku amara ziyanên xelkê li ser destê wan hebe.”
Xelîl wiha got: “Heta niha PKK ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketiye, me daxwaz ji wan kiriye bilez ji Şingalê derkevin, lê ew li ser gotinên xwe berdewam in, me jî daxwaz kiriye karên yasayî li hember wan hêzên ku piştî rizgarkirina Şingalê hatine, bê kirin.”




