26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sero Qadir: Belgeyên di destê me de, dê dawiya jiyana siyasî ya Newşîrwan bînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û kesayetiyê diyar di nava PDKê de Sero Qadir ragihand ku, PDKê dê bi wan belgeyên dengî yên di destê wê de ne, dê li Serokê Tevgera Gorranê gilî bike û ev yek jî dê dawiya jiyana siyasî ya Newşîrwan Mistefa bîne.

Sero Qadir derbarê pirsa giliyê PDKê li ser Newşîrwan wiha got: “Bi piştrastî PDKê dê Newşîrwan bibe pêşya dadgehê û ji vê yekê venagere, ji ber ku ew tevliheviya ku derket dikeve histê wî de. Em xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û em naxwazin destkeftên Kurdistanê ji dest bidin.”

Qadir wiha got: “Jiyana siyasî ya Newşîrwan Mistefa bi dawî hat. Em razîne ku aliyên navdewletî di dadgehkirina Newşîrwan de beşdar bin, herwiha PDK amade ye wan belgeyan bide psporên bêalî yên navdewletî. Mistefa nikare careke din bê meydana siyasî, ji ber ku kesek bixwaze tîma terorê ji şîrketên li Kurdistanê kar dikin û ji dîplomatan re veke û aramiya Kurdistanê têk bide, bêguman divê rastî lêpirsînê bê.”

Wî nivîskarî wiha got: “Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê dikare li her cihek be çavdêriya hizrî ya derbeyan û terorê bike û piştre raporên xwe bo ser xwe bilind bike. Lê kî zane, ku ew belge ne ji aliyê xelkên niştimanperwer nehatine tomarkirin?.”

Nûçeyên têkildar