25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê bo Efrînê alîkarî ji civaka navdewletî xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar dike ku di asta berpirsiyaretiyên xwe de bin li hember bajarê xoregir ê Efrînê û bi ciddî hewla rakirina wê dorpêçiyê ji ser bidin. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Demeke dirêje bajarê Efrîn, ji aliyê rêxistinên tundrewên wekî Bereya Nusre û ewên din ve, tûşî dorpêç û gemaroyekî aborî û serbaziya tund û berfireh bûye. Hefteyeke ev gemaro tundtir bûye û bi vî awayî jî ranewestiyane û dest bi topbarana gund û bajarokên dewruberê Efrînê kirine. Eve li demek daye ku civaka navdewletî mijulî peydakirina çareseriyeke ji bo qeyrana Sûriye û ragirtina kuştinên li wî welatî.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî şermezariya van karên nemirovane dikîn ku li xuşk û birayên me yên li Efrînê tê kirin.

Li heman demî de nebûna xorek û derman gûmanên me zêdetir kirine ku hereşeyeke ciddî dixe ser jiyana niştecihên Efrînê. Ji bo wê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar dikîn li asta berpirsiyaretiyên xwe da bin beranber bajarê xoregirê Efrînê û bi ciddî hewla rakirina wê gemaroyê bidin.

Her wiha daxwazê ji rêxistinên xêrxwaziyên navdewletî dikîn kar ji bo gihandina pêdiviyên serekiyên jiyanê û vekirina rêyeke mirovî ya bi navê alîkarîkirina niştecihên navçeyê bikin.

Bi xuşk û birayên xwe yên xweragir yên li bajarê Efrînê û dewrubera wê radigihînîn ku em li gel êş û azarên we ne û ji bo hevkarîkirina we ewê ku ji destê bê kêmasiyê nakîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07/12/2015”
 

Nûçeyên têkildar