26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya dê berdewam be li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraq balkişandina bi biryara Parlemena Brîtanya ya dirêjkirina weşandina gurzên asmanî li dijî DAIŞê eve jî xisterû ku welatê wan li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê ya li şerê terorîstan da berdewam dibe.

Roja dûşem 07.12.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakir Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraq ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û azadkirina Şingalê pîrozbahiyên Serok Wezîr û Hikûmeta Brîtanya bi Serok Barzanî gihand û operasyona azadkirina Şingalê bi serkeftinekî mezin ya Pêşmerge û şikest û paşvekişana terorîstên DAIŞê wesif kir. Ji bilî balkişandina bi biryara Parlemena Brîtanya ya dirêjkirina weşandina gurzên asmanî li dijî DAIŞê eve jî xisterû ku welatê wan li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê ya li şerê terorîstan da berdewam dibe.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya Serok Wezîr û Hikûmeta Brîtanyayê kir û behsa girîngî û naverokên serkeftinên Pêşmerge li azadkirina Şingalê û bandora wê serkeftinê li ser şerê dijî terorîstên DAIŞê kir û tekez jî li wê yekê kir ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi plan û moraleke bilind û qehremaniyekî bê wêne Şingalê ji destê terorîstan azad kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û Sûriye û guhertinên navçeyî û herêmî kirin û di derbarê çawayiya çareserkirina qeyranan û her wiha paşaroja Iraqê ya piştî şerê DAIŞê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de tehdîdên li ber Herêma Kurdistanê bi taybetî rewşa aborî û çawayiya derbasbûna qeyran û kêşeyên aboriyên Herêma Kurdistanê nirxandin.

Nûçeyên têkildar