26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Nisêbînê 2 welatî hatin kuştin..Xelkê Amedê operasyonên hêzên ewlekariyê şermezar kirin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê 2 kes hatin kuştin 6 polîs birîndar bûn. Gelê Amedê jî qedexeyên derketina kolanan û operasyonên hêzên ewlekariyê bi meşekê şermezar kirin.

Îro li 4 taxên navçeya Nisêbînê yê ser bi bajarê Mêrdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin. Piştî qedexeyê hêzên ewlekariyê di demjimêr 06:00an de li dijî kolandina xendekan dest bi operasyoneka berfireh kirin.

Di encama operasyonê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin. Herwiha wesayîteka zirxpoş a polîsan dema derbas dibû bombeyek hate teqandin û di encamê de 6 polîs birîndar bûn. Polîsên birînbdar şandine nexweşxaneya dewletê ya navçeyê.

Ji aliyê din ve qedexeyên derketina kolanan û derve ku li navçeyên Bakurê Kurdistanê didomin bi bangawaziya Partiyên siyasî yên Kurd, girseyêkî xwest nerazibuna xwe ji bo ragihandina wan qedexeyan nîşan bidin.

Xwepêşandar li qada îstasyonê ya li Amedê civiyan û xwestin heta deriyê keleya Diyarbekir bimeşin lê bi dest werdanekî tund ya hêzên ewlehiya Tirk re, rû bi rû man.

Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê girseyê belav kir. Alozî di navbera aliyan de didomin.

Nûçeyên têkildar