26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PKK dibêje, em ser bi Bexda ne”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de eşker kir ku biryar hatiye dan ku, hemû fermanberên hikûmî yên Şingalê dest bi dewamê xwe bikin û eger PKKê wê demê ji avakiyên hikûmî derneket, helwestek din li hemberî wan bê standin.

Seydo Çeto Nûnerê kurdên êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ji Malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha PKKê ji fermangehên hikûmî yê Şingalê derneketiye. Biryar hatiye dan ku, hemû fermanberên hikûmî yên Şingalê dest bi dewamê xwe bikin û eger PKKê wê demê ji avakiyên hikûmî derneket, helwestek din li hemberî wan bê standin.”

Çeto wiha got: “Wezîrê Bergirî yê Iraqê serdana Şingalê kir û PKKê dibêjie em ser bi Bexdayê ne, lewma pêwîst e Hewlêr û Bexda bi hevre wê pirsê çareser bikin.”

Nûnerê kurdên êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de wiha domand: “Biryar e lêjneyên Encumena Parêzgeha Mûsilê serdana Şingalê bikin, da ku bizanin hejmara ziyanan çend e û pêdviya bi çi heye bo avakirinê.”

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.
 

Nûçeyên têkildar