26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pêşwaziya cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Armîn Kîfurkiyan Cîgirê Serok Wezîrê Komarê Ermenîstanê û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê û şanda pêre, dîroka hevbeşa her du gelê Kurdistan û Ermenîstanê xisterû û hêvî xwest pêwendiyên di navbera her du aliyan li hemû waran da pêşbikevê û li vî warî de amadehiya Herêmê ji bo hemahengî kirina hemû mebestên pêşxistina pêwendiyan û hatina sermayedar û veberhênerên Ermenî bo Herêma Kurdistanê nîşanda.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê ji bilî gihandina silavê Serok Komar û Serok Wezîr û Serok Parlemena Ermenîstanê, bi kurtî behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir ku bi navê dirustkirina pirekî pêwendiya di navbera Kurdistan û Ermenîstanê li hemû warek da bi taybetî jî ku Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî geşbûye li navçeyê de û ew aramî û avadanî jî cihê rakêşana welatan û sermayedarane bo ku karê veberhênanê bikin û beşdarî li avadankirinê bikinSerokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Dêrên Emerîkayê kir

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Dêrên(Kilîseyên) Emerîka ya bi Serokayetiya Kardînal Mekark kir.
Li hevdîtinê de, Kardînal Mekark mebesta serdana şanda navbihurî ya ji bo Herêma Kurdistanê ronahî kir ku agahdarbûne ji rewşa mesîhiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û ew mesîhiyên ku bi sedema karê teroriyê ve ji navçeyên dinê Iraqê hatine Herêmê û ji bo wê girîngîdana ku didin welatiyên mesîhî û koçberên mesîhiyan, spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li vî warî de mînakeke xweşik pêşkêşî cîhanê kiriye, ji bo wê yekê hêjayî rêzgirtin û girîngîdana gelê Emerîkane.
Serok Barzanî, ji bilî xweşhalî derbirîna serdana şandê, ragihand ku ferhenga gelê Kurdistanê ferhengekî vekiriye û hemû pêkhatên wê bi awayeke aştiyane dijîn û çarenûsa her hemûyan jî bi pêkve girêdayiye û mafê her take kesekî vê Kurdistanê jî li ser bingeha welatî bûnê hatiye mîsoger kirin û tu cûdahiyek jî li navbera welatiyek û welatiyekî din da nayê kirin û li gor yasa jî jiyana welatiyên Herêmê hatiye rêkxistin

Nûçeyên têkildar