26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojnameya Hewlêr: Dê Newşîrwan Mistefa bidin dadgehê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- “Axaftinên Newşîrwan ji çarçoveya mameleya siyasî û medyayî derketine û niha mijarekî yasayî ne û kar li ser tê kirin. Gotinên wî ne yê ku bi hêsanî derbas bibin, piştrast bin dê rastî dîvdeçûna qanûnê bibe.” Ev manşêta sergotara Rojnameya Hewlêr ya îro ye.

Rojnameya Hewlêr di hejmara xwe ya îro de eşkere kiriye ku PDKê dest bi komkirina belge û rêkarên hiqûqî kiriye ji bo vekirina dozê li dijî kordînatorê giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa.

Di nûçeya rojnameyê de hatiye gotin ku PDK ti carî li hember gefên Newşîrwan Mistefa yên li dijî aramiya bajarê Hewlêrê û asayişa Herêma Kurdistanê bêdeng namîne û dê wî bide dadgehê.

Rojnameya Hewlêrê di dawiyê de wiha gotiye: “Li bendê bin û bibînin ka dadgeh çawa Newşîrwan Mistefa û hevalên wî ceza dike. Axaftinên Newşîrwan ji çarçoveya mameleya siyasî û medyayî derketine û niha mijarekî yasayî ne û kar li ser tê kirin. Gotinên wî ne yê ku bi hêsanî derbas bibin, piştrast bin dê rastî dîvdeçûna qanûnê bibe.”

Newşîrwan Mistefa jî ev demek dirêj e li Ewropayê ye û li gorî ku rayedarên Gorranê dibêjin, Mistefa ji ber nexweşiyê çûye Ewropayê. Wî wiha digot: “Kengî em bixwazin emê asayîşa Herêma Kurdistanê têkbidin. Zêdetirî 20 konsulxane li Hewlêrê hene, eger 2 ji wan rastî êrişa guleyan bên dê hebû birevin. 2 endazyarên biyanî bên revandin dê hemû şîrketên biyanî birevin.”

Rojnameya Hewlêr wiha domand: “Bo agahdariya hevrêbaza Newşîrwan û yên ku hewl didin riwê wî spî bikin, niha riya dadgehkirina Mistefa dest pê kiriye û yên ku pişta wî digirin û jê re hênceta derdixin, dê wek wî rastî lêpirsînê werin. Newşîrwan li odeyên tarî pilan datanî, ku tohmeteke jê derbas nabe. Bi piştrastî PDK û xelkê Kurdistanê ji ber rewşa siyasî dest jê bernadin û ji wê dosyeyê venagerin.”

Herwiha di sergotara Rojnameya Hewlêr wiha hatiye: “Tişta ku Mistefa kiriye û bi dengê xwe ji şagirtên xwe re behs kiriye, nabe bi ti awayî dest jê berdin, ma tawan û pilan ji wê xirabtir heye ku tu canê xelkê û asayîşa Kurdistanê bixe metirsiyê. Û hebûn û nebûna Kurdistanê bike armanc û pilanan ji kuştina wan biyaniyan re deyine ku bi zehmetî û kedeke siyasî û dîplomatîk mezin hatine Kurdistanê.”

Rojnameya Hewlêr sergotara xwe wiha qedand: “Axaftin û pilanên Newşîrwan li dijî paşeroja Kurdistanê. Sivkatî ye bi qurbaniyên Enfalan û xwîna şehîdan û bi xebata 100 salî ya gelê Kurdistanê, divê Mistefa û yên ku destê wan ligel wî ye, bac û berdêla wê bidin. Ew bac jî bi rêya yasa û dadgehê dibe. Gelê Kurdistanê wê yekê ji wan qebûl nakin û mafê wan heye ku qebûl nekin, lewma çaverê bin û bibînin ku çawa dadgeh dê Newşîrwan û hevalên wî ciza bike.”

Nûçeyên têkildar