26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Yûsif Mihemed li Parlamentoya YEyê, Kurdistan xirab da naşandin”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE, bi daxuyaniyekê bersiva rexneyên serokê berê yê Parlamena Kurdistanê Yûsif Mihemed da û diyar kir ku ew bi wesfê Serokê Parlamenê nehatiye Parlamena Ewropa.

Serokê berê yê Parlamena Kurdistanê rojên derbasbûyî ligel şandek ji Tevgera Goran çûbû Brûkselê û beşdarê rûniştinên Parlamena Yekîtiya Ewropayê (YE) bibû. Piştî serdanê Mihemed di daxuyaniyên xwe de Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE bi hizbîbûnê rexne kiribû.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE jî bidaxuyaniyekê ragihand ku bi ti awayî Yûsif Mihemed derbarê serdana xwe de ew agahdar nekirine, herwiha Mihemed weke Serokê Parlamenê jî ji aliyê YE ve nehatiye vexwendin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE dide zanîn ku heger serdan fermî ba û Yûsif Mihemed jî weke Serokê Parlamenê bihata qebûlkirin, wê berpirsên Parlamena Ewropayê ew bi fermî pêşwazî bikirana. Her jiber vê yekê jî berpirsan ligel de ti hevdîtinek pêk neanîne.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi roxmê vê yekê jî Yûsif Mihemed û şanda ligel de di hevdîtinên xwe de wêneyê Kurdistanê bi nebaşî kêşandine û bi nebaşî behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê kirine.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE herwiha diyar dike ku Mihemed rexneya hizbîbûnê li nûnertiya Kurdistanê dike lê bixwe, bi şandek hizbî, bi serê xwe hatiye Parlamenê. Vê yekê jî bibîr dixe ku Yûsif Mihemed dema par serdana Holanda kiriye li wir pesnê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE daye û gotiye bi prosefyoelî kar dikin û nûnertiya Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar