Nûnerê NY: Hemû cîhan çaverê azadkirina Şingalê bû..Serkeftinên Pêşmerge pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û ked û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan de hebû û eve jî ragihand ku hemû cîhan bi peroşê ve çaverêya azadbûna Şingalê dikir û eve jî bi dest û şiyana Pêşmerge pêkhat.
Roja yekşem 06.12.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kobîs Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û ked û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan de hebû û eve jî ragihand ku hemû cîhan bi peroşê ve çaverêya azadbûna Şingalê dikir û eve jî bi dest û şiyana Pêşmerge pêkhat.
Di beşekî dinê axaftina xwe de eve ji bo Serok Barzanî xiste rû ku Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwazyarê aramiya navçeyê û Herêma Kurdistan û Iraqe û bi nîgeraniyê ve dûvdaçûn ji bo pêşhat û guhertinan û aloztirbûna gengeşeya eşîrî û tayîfî û berfirehtirbûna tundrewiya li navçeyê dike û her wiha balkişand li ser wê yekê ku agahdarê rewşa aborî û erka girana şerin ku li ser milê Herêma Kurdistane û bi başî jî zanî ku hemû welat ji bilî hevkariya mirovî li ruyê aborî ve jî yarmetiya Kurdistan û Iraqê bikin bo ku bikarin li ser kêşeyên xwe da serbikevin û şikesta terorîstan jî bidin.
Di beranber da Serok Barzanî behsa naveroka plana rizgarkirina Şingalê ji bo şanda mîhvan kir û vê serkeftinê bi serkeftinekî mezin ya gelê Kurdistanê wesif kir.
Her wiha balkişand li ser helwest û siyaseta Herêma Kurdistana Iraqê ya li beranber şerê terorîstan û wê gengeşeya tayîfiya ku li navçeyê de li holê daye û ragihand, gelê Kurdistanê xwediyê doza rewaya xwe ye û bi tu awayekî beşek ji wê gengeşeyê nebûye û nabê beşek ji wê gengeşeyê û ne dijî tu welatekin li vê gengeşeyê da û rê jî nadin Kurdistan bibe qada teswiyeya hesabên hêzên eşîrî û navçeyiyan.
Li gel ewe da jî Herêma Kurdistanê pêşwaziya hemû cûre hewl û yarmetiyek dike ku bi armanca şerkirin li gel terorîstên DAIŞê bê û spasî wan welatan jî dikîn ku li şerê DAIŞê da palpiştê Herêma Kurdistanê ne û ew piştevaniya wan li ber çav dibe.
Di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta herêmayetî û navdewletî û çareserkirina qeyranan mijareke dinê vê civînê bûn ku danustandina bîr û ramanan li ser kirin.




