26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokwezîrê Kurdistanê daxwz ji Armenistanê kir nûneratiya xwe li Kurdistanê vekin

Çavkanî: KDP.info

Roja pêncşemiyê08.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, Nêîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazîli Armîn Kîforkiyan cîgirê serokwezîrê Armenistanê û şandeya pê re ku, jiwezîrê zîraetê, wezîrê tendirusitê, cîgirê wezîrê derve, sefîrê wî welatî liÎraqê û hijmareke karsaz û bazirganan pêkhatibû, kir.

Di dîdarekê de ku, Roj Nurî Şawîs cîgirê serkwezîrê Îraqê û hijmareke wezîrêherêma Kurdistanê amade bûn, cîgirê serokwezîrê Armenistanê kêfxweşiya xwe bivê serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û silavên serok û serokwezîrêArmenistanê gihandin serokwezîrê Kurdistanê û got: “Em hatine daku ji nêzîkhaydarî rewşa herêma Kurdistanê bibin û ji bo têkeliyên navbera herêmaKurdistan û Armininstanê qonaxeke nû dest pê bikîn.”

Cîgirêserokwezîrê Arministanê got ku herêma Kurdistanê û Arministan di gelekwaran de dikarin hevkariya hev du bikin û fêdey ji tecrûbeya hev du werbigirinbi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be.

Nêçîrvan Barzanîserokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da ku hikûmeta Arministanê bişandeyeke di sewyeyeke bilind de, ji bo avakirina têkeliyên xurt di navbera herdu aliyan de, serdana herêma Kurdistanê dike û got ku ew hêvî dike ku ev serdan bibe destpêkaqonaxeke giring di têkeliyên Kurdistan û Arministanê de.
Serokwezîrê Kurdistanê silav û rêzên gel û hikûmeta Kurdistanê bi rêya şandeyamêvan ji serokomar û serokwezîrê Arministanê re şandin. Barzanî got ku, giringekompaniyên armenî sud jiderfetên li herêma Kurdistanê hene werbigirin, bitaybetî di ware zîraet, tendirustî, enerjî, bazirganî û sermayerazandinê desur werbigirin.

Serokwezîrê Kurdistanêdaxwz ji hikûmeta Armenistanê kir ku, nûneratiya welatê xwe li herêmaKurdistanê vekin da bibe kanalek fermî bo têkeliyên her du welatan

Nûçeyên têkildar