Îtîlafa Sûriyê rola Barzanî bo çareserbûna kirîza Sûriyê û ji ber şerê terorê bilind nirxand

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şanda Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriye kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan mîhvan xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û azadkirina Şingalê nîşan da û rola Serok Barzanî li şerê terorê ji bo çareserbûna qeyrana Sûriye bilind nirxand.
Roja şemî 05.12.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Hevpeymaniya Nîştîmaniya Sûriye kir ku ji Xalid Xuce Serokê Hevpeymaniyê û Abdulbasit Seyda û Abdulehed Istîfo Endamên Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriye pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de behsa hereşeyên terorê û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Sûriye û Iraqê kirin û şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û azadkirina Şingalê nîşan da û rola Serok Barzanî li şerê terorê ji bo çareserbûna qeyrana Sûriye bilind nirxand.
Di beşekî dinê kombûnê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û pêşhatên dawî û guhertinên herêmî û navdewletî û bandorê wan li ser paşaroja navçeyê û Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.
Her wiha li berdewamiya hevdîtinê de di derbarê paşaroja Sûriye û tehdîdên li ber çareseriyên qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.




