26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî yekem serok e, ku Şahê Siûdiyê wisa bi germî pêşwazî lê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî behsa girigiya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo welatên Îmaratê û Erebistana Siûdî dike û dibêje, heta niha Serok Barzanî tek serok e ku Şahê Siûdiyê bi vî awayî pêşwazî lê dike.

Dr. Salih Mela Umer Îsa, çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê, derbarê giringiya serdana Serok Barzanî bo Erebistana Siûdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger ji aliyê dîplomatîk û zimanê laş xwendinekê ji serdana Serok Barzanî re bo Îmarat û Erebistanê re bikin, emê bibînin ew serdan xwedî giringiyeke pir mezin e bo Herêma Kurdistanê.”

Derbarê aliyê dîplomatîk de wî çavdêrê siyasî wiha got: “Diyar dibe ku kurd li Rojhilata Navîn wek lîstikvanekî sereke ye, ku dikare roleke pir mezin bibîne di jinavbirina terorîstan de û belavkirina aramiyê.”

Herwiha ji aliyê zimanê leş de, Dr. Salih Mela Umer Îsa da zanîn ku, “Bi wî awayê ku Şah Selman pêşwazî li Serok Barzanî kir, ku rêz û hurmetekî pir mezin ji Serok Barzanî re hemû û ev cara yekê ye ku wisa bi germî pêşwazî li serokê welatekî dike.”

Wî mamostayê zanîngehê wiha dimand: “Ew serdan bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî bandoreke mezin e, ku ew jî bi awayekî giştî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.”
 

Nûçeyên têkildar