DAIŞ 3 kurd li Mûsilê kuştin

Hewlêr-KDP.info- Li bajarê Mûsilê, 3 kurd ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.
Berpirsê karûbarên medyayî yê PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re got, îro çekdarên DAIŞê li Mûsilê 3 welatiyên kurd ên bajêr kuştin.
Seîd Memozînî da zanîn ku ew welatiyên kurd bi hêceta casûstiyê hatine kuştin û got, navê wan kesan jî wiha ye: zilamê bi navê Elî Reşîd Selam (67 salî) û hevjîna wî ya bi navê Fethiye Heyder û kesê bi navê Elî Mehmûd.
Memozînî anî ziman ku ew kurdên îro ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, hefteya borî li gundê Omerkanê yê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.




