26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkmen bi serdana Serok Barzanî bo welatên Kendavê dilxweş in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî tirkmen derbarê serdana Serok Barzanî bo welatên Kendavê ragihand ku wê serdanê tirkmen dilxweş kirin, ji ber ku bo pêşeroja Herêma Kurdistanê ye û bo dewleta kurdî ye.

Cewdet Necar Parlamenterê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo welatên Kendavê bi teybetî bo Erebistana Siûdî, li navxwe û derve deng veda, ji ber ku ew serdan bo pêşeroja Herêma Kurdistanê ye, ew jî dewleta kurdî ye, ji ber ku wek hûn dizanin Rojhilata Navîn di guhertineke mezin de derbas dibe.”

Necar wiha got: “Serok Barzanî bawerî bi hemû welatan aniye ku siyaseta Kurdistanê nayê guhertin û di heman demê de bawerî li cem serkirdeyên piraniya welatên cîhanê çêkiriye, bi taybetî welatekî mîna Erebistanê, ku piştgîriyê li Herêma Kurdistanê dike bo gihîştin bi mafê xwe. Herwiha newek serdaneke hêsanî bû ew serdan Serok Barzanî, ku serdaneke fermî bû û bi germî  pêşwazî li wî hat kirin, ku bi vî awayî kêm pêşwazî li serokên welatan kiriye.”

Wî parlamanterê tirkmen wiha domand: “Li navxweya Kurdistanê jî, hemû alî dizanin ku ev welat pêwîstiya wî bi serokekî mîna Barzanî heye, da ku vî karwanî bigihîne kenarekî aram, lewma em wek aliyê tirkmen pir bi wê serdanê dilxweş in û pêwîst e hemû alî piştgîriyê li Serok Barzanî bikin, ji ber ku di pêşerojeke nêzîk de, dê encama wê serdanê ji hemû aliyan re eşkere bibe, ku Serok Barzanî li welatên Kendavê çi kiriye.”

Nûçeyên têkildar