26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hatina PKKê neyasayî ye..Çûne sînorê Şarbajêr jî

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Serokê Fraksiyona PDKê di Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de ragihand ku, hatina hêzên PKKê bo navçeya Silêmanî û Helebce bi hemû awayekî neyasayî ye û xelkê navçeyan ji hatina wan nerazî ne.

Ziyad Kakereza Serokê Fraksiyona PDKê di Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de ji nava navenda şaxa 4 a PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina hêzên PKKê bo navçeyên parêzgeha Silêmanî û Helebce bi hemû awayekî neyasayî ye, ji ber ku ev hêz nebeşek in ji hêzên yasayî yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nedaye wan ku bên van navçeyê û ti hêncetek ji hatina wan re tune ye û xelkê navçeyan jî ji hatina wan nerazî ne.”

Kakereza wiha got: “Ew hêzên PKKê hatine navçeya Helebce û şevê din jî hatin navçeya Şarbajêr jî.”

Serokê Fraksiyona PDKê di Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de wiha domand: “Hatina wan hêzên PKKê bo navçeyê meramekî li pişt e, ji ber ku ti pêwîstî bi hatina wan tune ye.”

Ev çend roj in ku PKKê hêzên xwe li navçeyên çiyayê yên Hewraman, Helebce û Şarbajêr û çend navçeyên din belav dike.
 

Nûçeyên têkildar