26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ji welatên Kendavê vegeriya Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdaneke fermî bo herdu welatên Îmarat û Erebistana Siûdiyê, vegeriya Kurdistanê.

Îro danê nîvro Serok Barzanî bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî ji Erebistana Siûdiyê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî 28ê Mijdarê gihêşt Îmaratê û 29ê mehê li bajarê Ebûdebî ligel Mîrnişînê Ebûdebî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarî yên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê piştre 30ê Mijdarê gihîşt Erebistana Siûdî û duhî li Riyazê ligel Şahê Siûdiyê Şah Selman Bin Ebdulezîz û 20 berpirsên din ên wî welatê civiya.

Hêjayî gotinêye ku di dema bi dawî hatina serdana Serok Barzanî ya Şahnişînê Siûdiye roja çarşem 02.12.2015 Serok Barzanî li Firokxaneya Navdewletiya Melîk Xalîdî ya bajarê Riyazê ji aliyê Adil Elcubeyr Wezîrê Derve û hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî ya Şahnişîna Siûdiye ve hate birêkirin.

Berî dawî hatina serdana Serok Barzanî her li Firokxaneya Navdewletiya Melîk Xalîdî ya bajarê Riyazê civînek li navbera Serok Barzanî û Adil Elcubeyrî Wezîrê Derveyê Şahnişînê Siûdiye bi amadebûna hejmarek berpirs û karbidestên bilindên Şahnişîna Siûdiye birêveçû. Li kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraqê hate guftûgo kirin û her wiha her dû alî tekez li ser berdewamî û kûrtirkirina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Siûdiye kirin.

Hêjayî gotinêye êvariya roja sêşem 01.12.2015 li cihê hewandina xwe ya li bajarê Riyazê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Samir Sibhan Elsibhan Balyozê Şahnişînê Siûdiye li Iraqa Federal kir. Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Iraq û Şahnişîna Siûdiye xistin ber behs û guftûgoyan.

Serok Barzanî herwiha duhî danê êvarê li Koşka Paşayetiya bajarê Riyazê, ligel Mîrnişînê Duyem û Cîgirê Duyem ê Serokwezîr û Wezîrê Bergiriyê Emîr Mihemed Bin Selman Bin Ebdulezîz civiya.

 

Nûçeyên têkildar