26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebistana Siûdî serkeftinên Pêşmerge pîroz kir..Rola Serok Barzanî bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Riyaz-KDP.info- Serok Barzanî û Mîrnişînê Duyemê Şahnişîna Siûdiyê civiyan û di wê hevdîtinê de,aliyê Siûdiyê xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî ya Şahnişîna Siûdiye nîşanda û pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir û rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorê û şikestdana terorîstan bilind nirxand.

Li dirêjahiya hevdîtin û civînên Serok Barzanî li gel berpirsên mezinên Şahnişîna Siûdiye û li piştî kombûna Serok Barzanî û Şahê Siûdiye, êvariya roja sêşemê 01.12.2015 li Koşka Paşayetiya bajarê Riyazê, Emîr Mihemed Bin Selman Bin Abdulezîz Mîrnişînê Duyem û Cîgirê Duyemê Serok Wezîr û Wezîrê Bergiriya Şahnişîna Siûdiye pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Adil El Cubeyr Wezîrê Derve û Xalid Alhemîdan Serokê Dezgeha Hewalgiriya Giştî ya Şahnişîna Siûdiye û hejmarek ji karbidestên bilindên wî welatî amadebûn, Mîrnişînê Duyemê Şahnişînê Siûdiye gelek bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî ya Şahnişîna Siûdiye nîşanda û pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir û rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorê û şikestdana terorîstan bilind nirxand.

Her wiha tekez jî li ser raspardeya celaletê Şahê Siûdiye kir berdewamî û berfirehtir kirina wan peywendiyên dîrokî ku li navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Siûdiyê da heye.

Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya Iraqê û guhertinên dawî û pêşhatên herêmî û navdewletiyan û rûbirûbûna terorê li asta cîhanî û navçeyî de guftûgo kirin.

Her wiha behsa wan babetan kirin ku cihê girîngiya her dû aliyane û guftûgo jî di derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Siûdiye kirin û her dû alî wê yekê dûpatkirin ku ev peywendî li berjewendiya gelên Iraq û li xizmeta asayîşa navçeyê û ji nav birina terorê da dibe.

Nûçeyên têkildar