Serok Barzanî û Şah Selman civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji aliyê şahê Erebistanê Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.
Di berdewamiya serdana xwe ya bo welatê kendavê û civîn û hevdîtinên ligel berpirsên wan welatan, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana şah Selman bin Ebdulezîz şahê Erebistana Siûdiyê kir.
Serok Barzanî bi germî ji aliyê Şah Selman ve hat pêşwazîkirin û piştre her du alî bi hev re civiyan.
Di dema pêşwazîkirina Serok Barzanî de, 20 berpirsên pilebilind ên Erebistana Siûdiyê jî amade bûn.
Piştî civînê Şah Selman ji ber xatirê Serok Barzanî mêvandariyeke firavûnê rêkxsit, ku cihnişînê şahê Siûdiyê Mihemed bin Selman jî têde amade bû.
Serok Barzanî di berdewamiya geşta xwe ya bo derveyî welat duh şev serdana Erebistana Siûdiyê kiribû.
Berî ku serdana siûdiyê bike, Serok Barzanî serdana Îmrataê kiribû û bi rayedarên wî welatî re civiyabû.
Serokê Herêma Kurdistanê roja 28ê vê mehê dest bi geşta xwe y abo welatên kendavê kir.




