25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beljîka spasiya Hêzên Pêşmerge û Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewêr-KDP.info-Di serdana xwe de bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Balyozê Baljîka li Urdin û Iraqê, bi navê welatê xwe destxweşî li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser serkeftinên ku bidestxistine kir.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye ku, Îro 30 Mijdarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Beljîka li Urdin û Iraqê Handrîk Van Dîvêlda kir.

Di civînê de Balyozê Beljîka xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û destxweşî li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser serkeftinên wan di şerê li dijî DAIŞê de kir, bitaybet li ser rizgarkirina Şingalê, herwiha destxweşiya Herêma Kurdistanê li ser alîkarî û hewandina hejmarek mezin ji penaberan ku ji tirsa terorê berê xwe dane Herêma Kurdistanê kir.

Di axafrina xwe de balyozê mêvan behsa bûyerên vê dawiyê yên Parîs û Beljîka kir, tekezî li ser wê yekê kir ku, divê hemû alî bêhtir alîakriyê bidin hev jibo carek din bûyerên wiha dernekevin holê, û metirsiya têrorê li ser asta cîhanê nemîne, herwiha amaje bi wê yekê kir ku, ew dê serdana kampên penaberan li Herêma Kurdistanê bike, jibo ji nêzîk ve pêdawîstiyên penaberan pişopîne û hewil bide ku di riya UNISEF re wan pêdawîstiyan peyda bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana Balyozê Beljîka kir, di heman demê de girîngiya hemahingiyê jibo jinavbirina têrorê li ser asta cîhnaê hate behs kirin.

Di beşekî din de ji axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên qeyrana darayî, penaberan û abûriya Herêma Kurdistanê kir, tekezî li ser bihêz kirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel hemû welatên cîhanê û bitaybet Beljîka kir.    

 

Nûçeyên têkildar