26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

John MecCain: Emê pêdviyên Kurdistanê bigihînin Hikûmeta Amerîka bo pêşkêşkirina alîkariyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîka kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ewê pêdviyên Kurdistanê bigihînin Hikûmeta Amerîka bo pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê.

Îro Duşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke civata pîran ya Amerîkî bi Serokatiya Senator John MecCain kir û heyet ji çend dîplomat û Şêwirmendên leşkerî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr jî tê de beşdar bû heyeta mêwan jiber azadkirina erdnigariyeke gelek berfire ji destê terorîstên DAIŞê spasiya hêzên pêşmerge, hikûmet û gelê Kurd kir û herwiha bi minasebeta operasiyona azad kirina Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û Serokatiya Kurdistanê kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdên şerê dijî terorîstên DAIŞê diyar kir.

Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku vê hevkariyên Amerîkayê yên bo hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge bidomin.

Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa armanca serdana xwe kir û eşkere kir ku mebest ji serdana han ewe daku ji nêz ve hayedarî rewşa Kurdistan û eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê bibin û lêkolîn li ser pêdiviyên Kurdistanê bikin û raportek jî di wan mijaran de radestî îdareya hikûmeta Amerîkayê bike.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta mêwan û hikûmeta Amerîkayê kir û hevkariyên hikûmeta Amerîkayê yên bo Hêzên Pêşmerge bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku zêdetir hevkariya Hêzên Pêşmerge were kirin daku teror bi temamî were ji navbirin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa hatina hijmara zêde ya penaberan bo Kurdistanê kir û eşkere kir ku di demekî de ku Kurdistan rastî qirîzeke mezin ya abûrî hatiye ev hijmara zêde ya penaberan jî jiber gefên terorîstan berê xwe dane Kurdistanê û ew yek jî bûye sedema bargiranî li ser stuyê Kurdistanê lewre lazime di warê hevkarî kirina penaberan de civaka cîhanî û Amerîka zêdetir hevkariya Kurdistanê bikin
 

Nûçeyên têkildar