26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Mîrnişînê Ebudabî tekez li ser berfirehtirkirina pêwendî û dostayetiya xwe kirin

Çavkanî: KDP.info

Ebudebî-KDP.info- Mîrnişînê Ebudabî pêşwaziya Serok Barzanî kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî ya siyasî li herêmê û navdewletî de xistin ber behs û guftûgoyan û peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtî ya Erebî guftûgo kirin û tekez li ser berfirehtirkirina peywendî û dostayetiya di navbera her dû aliyan kirin.

Li çarçêweya serdana fermî ya Serok Barzanî ji bo Îmarata Yekgirtî ya Erebî de, roja yekşem 29.11.2015 li bajarê Ebudabî Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdarên Dewleta Îmarat pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de behsa pêşveçûn û serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li dijî terorîstên DAIŞ kirin û her wiha di derbarê rêyên rûbirûbûnê û rîşekêşkirina terorê li asta navçeyê û cîhanê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de pêşhatên dawî ya siyasî li herêmê û navdewletî de xistin ber behs û guftûgoyan û peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî guftûgo kirin û tekez li ser berfirehtir kirina peywendî û dostayetiya di navbera her dû aliyan kirin

Nûçeyên têkildar