26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê terorkirina Tahir Elçî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê terorkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bi tundî şermezar kir û daxwaz ji dewleta Tirk kir, encamderên wê bûyerê demildest bên dîtin û cezakirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro (30ê Mijdarê) di peyamekê de terorkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bi tundî şermezar kir û ragihand, bûyerên nemirovane yên wisa tehdîdek mezin in li ser aştiya civakî.

Di peyama Serokatiya Kurdistanê de her wiha hatiye xwestin ku divê encamderên wê bûyera biêş zû bên dîtin û darizandin.

Di dawiyê de Serokatiya Kurdistanê sersaxî ji malbat, heval û hogirên Elçî re xwestiye û hevxemiya xwe ji wan re nîşan daye.

Tahir Elçî roja 28ê vê mehê li bajarê Amedê rastî êrişeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

 

Nûçeyên têkildar