26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Qamişlo: 3 zarok û dayîka ducanî şewitîn

Çavkanî: KDP.info

Li Rojavayê Kurdistanê di encama şewatê de li ser riya Qamişloyê û Hesekê 3'ê zarok û dayîka ducanî  jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor çavkaniyên deverê, duhî (7/11/2012) li ser riya dewelî agir bi tirimbêla rêwiyan ket û di encam de jina ducanî Sediya Hac Raxib û 3'ê zarokên wê yên temen 3-4 salî jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor şahidên bûyerê, sedema agir bi tirimbêla ku zêdeyî 25 rêwî tê de bûn, bîdonên banzînê bûn.

 

Li Banzînxaneyê bîdonên gazê hatibûn tije kirin, di rê de agir bi bîdonan dikeve û dibe egera teqînê.

 

Her weha, di nava rêwiyan de 2 zarokên din jî dişwetin û rewşa yek ji wan metirsîdare û 2 kesên din jî dişewitin, lê şewata wan sivike.

 

Nûçeyên têkildar