Cenazeyê Tahir Elçî li Amedê hat veşartin

Amed-KDP.info- Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li goristana Yenîşehîrê ya Amedê hat veşartin.
Îro danê nîvro li bajarê Amedê, merasimek ji bo cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, ku duh di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hat lidarxistin û piştî merasîmî cenazeyê wî hat definkirin.
Di merasîmê cenazeyê Tahir Elçî de de, ku bi hezaran parêzer, heval, rewşenbîr û welatî beşdar bibûn, hevjîna wî Turkan Elçî, birayî wî Ahmet Elçî, Hevserokê Şaredariya Amedê Firat Anlî û Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî axaftinek kirin.
Duh danê nîvro, li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzerên endamên Baroya Amedê li ser ziyandîtina minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê”, daxuyaniyek rojnamevaniyê dan lê di heynê daxuyaniyê de şer derket. Di wî şerî de Tahir Elçî jiyana xwe ji dest da.




