25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Jiber kuştina tirajîdîk a Elçî pir xembar im

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li malbat û xizmên Tahir Elçî dike.

Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê, li ser hsabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û xwenginiya xwe li hember qetilkirina tirajîdîk a Serokê Baroya Parêzerên Amedê Tahir Elçî anî ziman.

Mesrûr Barzanî got; ‘’Bi bihîstina rûdana qetilkirina tirajîdîk a Serokê Baroya Parêzerên Amedê Tahir Elçî pir xembar bûm.’’

Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Barzanî di peyama xwe de ragehand ku Elçî mirovek çalak ê parêzvanê mafê mirovan bû. Herwiha serxweşî li malbat û xizmên Elçî kir.

Duhî 28ê Mijdarê, li navçeya Sûr a Amedê, di dema daxuyaniyek rojnamevanî de, Serokê Jûra Parêzerên Amedê hate qetilkirin.
 

Nûçeyên têkildar