artiyên kurdan qetilkirina Tahir Elçi şermezar kirin

Amed-KDP.info- Partiyên kurdan ên Bakurê Kurdistanê qetilkirina Serokê Baroya AmedêTahir Elçê bi tundî şermezar kirin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP), Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Kurdistanî, Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) û Partiya Soyalista Kurdistan (PSK) derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de daxuyaniyek hevbeş dan û tê de ragihandin, kuştina Tahir Elçî qetilkirina azadî û demokrasîyê ye.
Di daxuyaniya partiyên Kurdistanî de wiha hat gotin: “Bi çi awayî pêk hatibe bila bibe , lê ev êriş di esasa xwe de êrîşek li dijî gelê Kurdistanê ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: “Şerê ku îro li welatême didome, bûye sebebê wêranî û têkdana welatê me û kuştina mirovan. Eşkareye ku ev şer zerarê dide doza azadîya Kurdistanê. Qetilkirina Tahir Elçi jî beşeke ji encamên vî şerî. Em careke din bangî dewletê û PKKê dikin ku bila şer raweste, rêya çareserîyek sîyasî û sivîl vebe.”
Rayedarên partiyan, sersaxîyê ji malbata Tahîr Elçî, Baroya Amedê û ji gelê Kurdistanê re xwestin.




