Mesrûr Barzanî: Berî azadkirina Mûsilê divê rêkeftin hebe

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pêwîst e beriya rizgarkirima Mûsilê ev pêvajoya han were zelalkirin û li ser vê jî rêkeftin were îzmekirin daku diyar bibe ku Hêzên Pêşmerge vê li çi deverekî werin bicîhkirin û herwiha çawe îdareyeke hevbeş bo îdare kirina vê parêzgehê tê damezrandin daku şaşiyên berê li hember pêkhateyên cuda neyên dubarekirin.
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro danê êwarê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Obeyidî û Fermandarê hêzên asmanî yên Iraqê Enwer Hemed Emîn civiya û di civînê de behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî û leşkerî yên li deverê û çawetiya hemahengiya navbera dezgehên ewlekarî û leşkerî yên Kurdistan û Bexdayê hate kirin.
Di civînê de li ser pirsa azad kirina Mûsilê de jî giftûgo hate kirin û Obeyidî azadkirina Şingalê bi serkeftineke mezin û dîrokî wesif kir û anî ziman ku vê azad kirina Şingalê bandoreke mezin li ser azad kirina Mûsilê jî bike.
Her di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku Kurdistan vê tenê li gel hêzên fermî û destûrî yên Iraqê de nizîkatî dike jiber ku ew hêzên han nabin sedema çê kirina hesasiyetên etnîkî.
Derbarê beşdarî kirina hêzên pêşmerge di operasiyona rizgar kirima Mûsilê de jî Mesrûr Barzanî got: “Pêşmerge hêza yekane û bi nadore ku di warê bejahî de şerê terorîstan kiriye lewre vê pêşmerge bo ji nav birina terorîstan hevkariya tevahiya aliyên li her deverekî de bike lêbelê pêvajoya piştî rizgar kirima Mûsilê bo Kurdistanê gelek girînge lewma pêwîst e beriya rizgarkirima Mûsilê ev pêvajoya han were zelalkirin û li ser vê jî rêkeftin were îzmekirin daku diyar bibe ku hêzên pêşmerge vê li çi deverekî werin bicîhkirin û herwiha çawe îdareyeke hevbeş bo îdarekirina vê parêzgehê tê damezrandin daku şaşiyên berê li hember pêkhateyên cuda neyên dubarekirin.”
Her di civînê de wezîrê berevanî yê Iraqê jêhatîbûn û qehremaniya hêzên pêşmerge bi girîng wesif kir û eşkere kir ku heta niha Bexda weke pêwîst hevkariya pêşmerge nekiriye û hêvî xwest berbestên siyasî yên berdem hevkarî kirina hêzên pêşmerge werin ji navbirin.




