Rojavayê Kurdistanê: Li Serê kaniyê pevçûn qewimî

Îro pêncşemî 8.11.2012 li demjmêrê sibehê li bajarokê (Serê Kaniyê) ya Rojavayê Kurdistanê pevçûn di navbera Artêşa Azad û leşkerên rejîma Sûriyê de qewimî.
Li gor malpera Yekîtiya Rojnamevanên Kurd Li Sûryê li dora demjmêr 4'ê sibehê pevçûn di navbera endamên Artêşa Azad û hêzên ewlekariya siyasî û ewlekariya leşkerî diqewime.
Hêzeke mezin a leşkerî ya rejîma Sûriyê ji bajarê Hesekê ber bi Serê Kaniyê ve birêketiye piştî ku endamên Artêşa Azad hatin nav Serê Kaniyê.
Berpirsê ragihandina El-Partî Nûrî Birîmo ji KDP.info re ev nûçe serast kir û got:" Ji ber birîna enternet û telefona em nikarin bi xelkê nav bajêr re pêwendî bikin."
Hêjayî gotinê ye, heta niha pevçûn berdewam dikin




