26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Iraqê: Ez hatime serkeftina Pêşmerge û azadkirina Şingalê li we pîroz bikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê û Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ji Serok Barzanî re ragihand ku, ez hatime pîrozbahiya wê serkeftina mezin li we bikim ku bi serkirdayetiya cenabê we bi dest hat û bandoreke gelek mezin li ser proseya azadkirina Mûsil dibê û bi azadkirina Şingalê ablûqeya li ser terorîstan tengtir bûye û morala hemwelatiyên Iraqê jî bilind kir.

Roja pênçşem 26.11.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Xalid Ubeydî Wezîrê Bergiriyê Iraqê û Ferîq Rukin Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku rêzdar Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Bergiriyê Iraqê, pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û ragihand: “Ez hatime pîrozbahiya wê serkeftina mezin li we bikim ku bi serkirdayetiya cenabê we bi dest hat û bandoreke gelek mezin li ser proseya azadkirina Mûsil dibê û bi azadkirina Şingalê ablûqeya li ser terorîstan tengtir bûye û morala hemwelatiyên Iraqê jî bilind kir.”

Wezîrê Bergiriyê Iraqê serxweşiyê pêşkêşî kesukarê şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Iraqê Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞ li parêzgehên Iraqê agahdar kir. Her wiha rewşa parêzgeha Rumadî û Musil û paşaroja Musil xistin ber behs û tekez jî li berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de hemahengî û karê hevbeşê Bexda û Herêma Kurdistanê li warê serbazî û asayîş ji bo rûbirûbûna terorîstan guftûgo kirin

Nûçeyên têkildar