Serok Barzanî: Pêşerojeke geş li hêviya êzîdiyan e..Pêşwazî li şandeke Mala Êzîdiyan kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê pêşwaziya şandeke Mala Êzîdiyan ya li Almanyayê kir û di wê hevdîtinê de tekez kir ku eşkere kir ku bo avakirina Şingalê û dabînkirina jiyaneke baş bo êzîdiyan çi ji destê wan were dê bikin. Herwiha tekez kir ku, pêşerojeke geş li hêviya êzîdiyan e.
Îro 26/11/2015 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke mala Ezidiyan ya li Almanyayê a bi Serokatiya Serokê Mala Êzîdiyan Osman Goren kir.
Di civînê de heyeta mêwan bi minasebeta serkeftina operasiyona rizgarkirina Şingalê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên pêşmerge kir.
Heyet eşkere kir dema ew karesat bi ser êzîdiyan de hat em gelek xemgîn bûn lêbelê dema Serok Barzanî soza azadkirina Şingalê da babe Şêxê êzîdiyan em piştrast bûn ku Serok Barzanî vê soza xwe bicîh bîne û piştî re me dît ku Serok Barzanî bo xwe raste rast Fermandariya operasiyona azadkirina Şingalê kir û niha jî em hatine pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê Kurdistanê bikin û spasiya Hêzên Pêşmerge bikin.
Goren di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew karesata ku bi ser Ezidiyan de hatiye birîneke gelek xedare lêbelê yekîtiya gelê Kurd ew yek îsbat kir ku heta niha 74 ferman bi ser êzîdiyan de hatine û do 73 fermanan de êzîdî bêkes û bêyî piştîwan bûne lêbelê di fermana 74an de tevahiya xelkê Kurdistanê hevsoz û hevxemê me bûne û piştgîriya me kirine û li ser astê cîhanî jî êzîdî weke beşeke veneqetandî ji gelê kurd nav û dengê xwe zêdetir kirin.
Şanda mêwan herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku hewlên avedan kirina Şingalê werin zêdetirkirin.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî bixêrhatina şanda mêwan kir û ragehand ku ew karesata ku bi ser kurdên êzîdî de hatiye berdewamiya wan karesatane ku li hember gelê Kurd hatine meşandin, ew karesata han berdewam kirina enfal, kîmiyabaran kirin û wêrankirina bajar û gundên Kuridstanêye û gelek me êşandiye lê ew car bo me hat îsbat kirin ku her çend dijmin bikarebe zererê bide me lêbelê di dawî de îradeya gelê me serkeftî dibe.
Serok Barzanî eşkere kir ku tevahiya gelê kurd piştîwanê xuşk û birayên xwe yên êzîdî ne.
Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de jî eşkere kir ku bo avakirina Şingalê û dabînkirina jiyaneke baş bo êzîdiyan çi ji destê wan were dê bikin. Herwiha tekez kir ku, pêşerojeke geş li hêviya êzîdiyan e




