26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şer di navbera Pêşmerge û êzîdiyan de derneketiye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku, ti tiştek bi navê şerê misilman û êzêdî, yan şerê Pêşmerge û xwebexşên êzîdî de derneketiye, lê belê jihevtênegihişinek di navbera hink pêşmergeyên Fermandeya Şingalê de derktiye û ew yek her zû çareser bû. Herwiha da zanîn ku, hinek aliyên derve û navxwe hewl didin ku rewşa Şingalê têk bibin û xizmeta dijmin bikin.

 

Li çend televîzyonan belav bû ku, şerekî giran li Şingalê di navbera xwebexşên êzîdî û Hêzên Pêşmerge de derketiye û çend kuştî û birîndar hene.

 

Derbarê vê îdîayê de, Frmandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji malpra KDP.info re ragihand: “Bi ti awayekî şer di navbera herdu aliyan de derneketiye û hin alî dixwazin bi van derewan tevli heviyê çêbikin. Tenê jihevtênegihişinek di navbera hink pêşmergeyên Fermandeya Şingalê de derktiye û ew yek her zû çareser bû.”

 

Qasim Şeşo wiha domand: “Hemû pêşmerge niha li çeperên şerê li dijî terorîstan e û min bi xwe serdana hemû çeperan kir û rewş pir normal e, lewma pêwîst nake ti alî muzayeeyê li ser vê mijarê bikin û bi dilê xwe derewan bikin.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Hinek aliyên derve û navxwe hewl didin ku rewşa Şingalê têk bibin û xizmeta dijmin bikin.”

Nûçeyên têkildar