PKK nahêle dezgehên hikûmî dest bi xizmeta Şingalê û vegera xelkê bikin

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, PKKê soz dabû ku ji avahî û fermangehên hikûmî yên Şingalê derkeve, lê hêj derneketiye.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê Mehma ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz ji hemû hêzar kiriye ku fermangehên hikûmî yên Şingalê vala bikin, da ku dest bi dewamê xwe bikin û kar bo peydakirina xizmetan bo Şingalê bikin. PDKê her zû avahiyên hikûmî vala ki, lê PKKê heta niha naxwaze ji wan avahiyan derkeve.”
Xelîl wiha got: “Dema me bi fermî daxwaz ji PKKê kir ji avahiyên hikûmî derkeve, soz dan me ku derkevin, lê soza xwe nebirin serî û heta niha derneketine.”
Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.




