26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçrîvan û wezîrê guastinê yê hikûmet Îraqê rewşa guhastin û gehandinê li Îraq û Kurdistanê gengeşe kirin

Çavkanî: KDP.info

Nêçrîvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 07.12.2012ê li bajarê Hewlêrê, digel Hadî Alamerî wezîrê guastinê yê hikûmet Îraqê û şandeya pê re kir.

 

Di civnê de her du aliyn behsa rewşa guhastin û gehandinê (Communication) li Îraq û herêma Kurdistanê kir û ew giriftariyên dikevin di rêya pêşkeftina warê guhastin û gehandinê û çewaniya çareserkirina wan pirsgirêkan beçav kirin.

 

Civînê tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevangiya di navbera saziyên peywendîdar yên hikûmeta Kurdistanê û Îraqê ji bona zêdetir pêşkeşkirina xizmetgozariyan û baştirkirina warê guhastin û gehandinê li Îraqê û herêma Kurdistanê kir.

 

Serokêwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê guhastin û gehandinê yê hikûmeta Îraqê behsa aktîvkirina firokexaneyên Îraq û herêma Kurdistanê, bi awayekî ku bibin senterê lihevgehandina hêlên asîmanî di deverê de.

 

Di civînê de, her du aliyan gotûbêj li ser pêûniyara avakirina xeteke hevbeşa asîmaniya firokewaniyê dinavbera herêma Kurdistanê û Îraqê û beşdariya her du sektorên giştî û taybet di pêşxistina warê guhastinê de kir.

 

Avakirna xeteke trenê a sertaserî û pêkvegirêdana bajarên Îraq û herêma Kurdistanê jî hat behis kirin.

 

Nûçeyên têkildar