26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafirên Tirkiyê navçeyên Amêdiyê bombebaran kirin

Çavkanî: KDP.info

Amêdî-KDP.info- Îşev careke din balafirên şer ên Tirkiyê navçeyên sînorî yên qeza Amêdiyê bombebaran kirin.

Çavkaniyekê ji hêza pasevanên sînor ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 20:00 heta 20:20ê şevê 2 balafirên şerî yên Tirkiyê li navçeya Kîstê li nahiyeya Kanîmasê ya ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran kirin, lê niha ew bombebaran rawestiyaye.”

Wê çavkaniyê wiha got: “Ti ziyaneke canî ji ber wê bombebaranê derneketiye û tenê ziyan madî ne.”
 

Nûçeyên têkildar