Şingal- Encumena Parêzgeha Mûsilê dê li gorî yasayê kar ligel PKKê bike

Şingal-KDP.info- Nûnerê Kurdên Êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ragihand ku, hêzên PKKê zêdetirî 7 avahiyên hikûmî li Şingalê dagîr kirine û naxwazin ji wan derkevin, lewma ewê li gorî qanûnê kar ligel wan bikin.
Seydo Çeto Nûnerê Kurdên Êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Me bi fermî daxwaz ji hemû hêzan kir ku xwe ji avahiyê hikûmî yên Şingalê vekişînin, lê tenê PKKê naxwaze xwe vekişîne, ku zêdetirî 7 avahî dagîr kirine bi hênceta ku pêwîst e Bexda bi xwe ji wan re bêje derkevin, lê ew biryar di destê Encumena Parêzgeha Mûsilê de ye.”
Çeto wiha got: “Eger PKKê rijd be û ji avahiyên hikûmî dernekeve, dê karê qanûnî ligel wê were kirin, ji ber ku pêwîst e ew avahî werin valakirin û fermangeh dest bi karê xwe bikin bo peydakirina xizmetan û vegera koçberan ser mal û halê xwe.”
Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.




