Li eniya Xazir otombîlek DAIŞê hate teqandin

Xazir-KDP.info- Li gundekî li eniya Xazir li rojhilatê Mûsilê, otombîlek çekdarên DAIŞê ku çekekî giran jî li ser bû hate teqandin.
Li gorî daxuyaniyek Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî: “Îro 24 Mijdarê seet 04:35 piştî nîvro, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî , otombîlek çekdarên DAIŞê li gundê Şêx Emîr û gundê Tercele ser bi eniya Xazir ve, kir armanc û ew teqandin.”
Wê daxuyaniyê ew jî eşkere kir: “Li gorî zaniyariyên ku bidest fermanderên meydanî ketine, ew otombîl çekî doşka li ser, otombîl hate teqandin û çekdarê ku têdebûn jî hate kuştin.




