Serok Barzanî: Pêwîst e êdî bîr li qonaxa piştî şikesta yekcarekî ya terorîstan bê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Parlementerên Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, pêwîst e êdî bîr li qonaxa piştî şikesta yekcarekî ya terorîstan bê kirin, bi taybetî berî ku Musil bê azadkirin pêwîst e rêkkeftinekî hemelayene hebê ku têda mafê hemû pêkhatan parastî bê û carekî din ti pêkhateyek rûbiruyê karesatê nebê.
Roja sêşem 24.11.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlementerên Brîtanya ya li Komîsyona Peywendiyên Derve bi Serokayetiya Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya û şandekî dîplomasî û pîsporî ya li gel kir.
Li hevdîtinê de Serokê şandê pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Pêşmerge û operasyona azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku cîhan bi çavekî rêzve temaşa qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.
Şanda mîhvan hêviya wê yekê xwest kêşeyên aborî û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî bibe û xwazyarin aramiyeke zêdetir li Kurdistanê hebe û tekez jî li ser palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.
Di beşekî dinê civînê de şanda mîhvan gumana xwe ya li ser pêşketinên teror û li ser asta cîhanê da xisterû û behsa hewlên navdewletiyan ya ji bo binbirkirina terorê kirin.
Li beranber da Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û balkişand li ser wê yekê ku rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna teror û naveroka operasyona azadkirina Şingalê de, behsa ewe kirin ku azadkirina Şingalê ji bo gelê Kurdistanê wateyeke sembolîk û mezin hebû û ji bo DAIŞê jî şikestekî mezin û bi bandor bû û serkeftinan bi hîmet û qurbanîdana Pêşmerge û palpiştiya hevpeymanan pêkhatiye.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de daxwaz kir ku di rûbirûbûna terorê de civaka navdewletî ciddîtir bê û pêwîst e hemû dinyaya azad li dijî terorê di yek sengerê de bin.
Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku pêwîst e êdî bîr li qonaxa piştî şikesta yekcarekî ya terorîstan bê kirin, bi taybetî berî ku Musil bê azadkirin pêwîst e rêkkeftinekî hemelayene hebê ku têda mafê hemû pêkhatan parastî bê û carekî din ti pêkhateyek rûbiruyê karesatê nebê.




